Rejîma Îranê li Mehabadê ciwanek qetil kir, 3 jî destgîr kirin

Rejîma Îranê li Mehabadê 3 Kurd bêyî biryara dadgehê destgîr kirin û tê gotin welatiyek jî qetil kiriye.

 Rejîma Îranê li Mehabadê ciwanek qetil kir, 3 jî destgîr kirin
26 gulan, 2026   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, şêniyê gundê Doletû yê bajarê Serdeştê yê bi navê Qazî Kawanî ku di rojên borî de di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de ji serê xwe bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye.

Hat gotin ku Qazî Kawanî beriya çend şevan li sînorê “Casûsan” ê Serdeştê bêyî ku hişyariyeke pêşwext bidinê, ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatibû gulebarankirin. Piştî ku Kawanî radikin Nexweşxaneya Xumeynî ya li Mehabadê, jiyana xwe ji dest dide.

Her wiha hate ragihandin ku duh hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê bi ser malên 3 ciwanên bi navên Mensûr Ebasî, Ehmed Xeyrî û Wahîd Xeyrîyên ji gundê Befrewanî yê ser bi navçeya Şamat a Mehabadê de girtiye. Hate gotin ku her sê ciwan bêyî biryara dadgehê destgîr kirine û aqûbeta wan heya niha jî nayê zanîn.