Li Qamişloyê pez gelekî biha bûye 

Şêniyên Qamişloyê ji ber bihabûna sewalan nikarin ji bo cejna Qurbanê pez bikirin û li gorî derfetên xwe amadekariyên cejnê dikin.  

Li Qamişloyê pez gelekî biha bûye 
Li Qamişloyê pez gelekî biha bûye 
Li Qamişloyê pez gelekî biha bûye 
Li Qamişloyê pez gelekî biha bûye 
Li Qamişloyê pez gelekî biha bûye 
Li Qamişloyê pez gelekî biha bûye 
26 gulan, 2026   11:30
QAMIŞLO
CAN ILÊWÎ

Li bazarên sewalan ên Qamişloyê tevger gelekî kêm e, ji ber ku pez gelekî biha ye. Şênî ew derfeta wan nîn e ku pez ji bo cejnê bikirin.

Bazirganên sewalan got ku tevgera li bazara sewalan li gorî salên berê gelekî kêm bûye. Her wiha diyar kirin ku rewşa aborî û bilindbûna dolarê amerîkî gelekî bandor li buhabûna kel û pelan kiriye. Şênî ji ber bihabûnê nikarin pez bikirin. Ji ber vê yekê hinek malbatan bi hev re pez kirî û li hev parve kirin.

Niha li bazarê kîloya goştê mihan di navbera 6-6.5 dolarê amerîkî de ye û ya goştê bizinan jî bi 4-5 dolaran e.

Her wiha mihek li gorî temen û giraniya xwe bi 300-700 dolarî ye.

Welatiyan diyar kir ku ew îsal ji ber bihabûna sewalan nikarin pez ji bo cejnê bikirin.

(np)

ANHA