‘Beşdarbûna hinek partiyên Kurdan di diyarkirina endaman de yekitiya Kurdan lawaz dike’ 

Sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno nerazîbûna xwe nîşanî şêwazê diyarkirina endamên parlamentoyê da û got “Me dixwest em Kurd bi hev re yan beşdar bibin, yan me tevahiyan bi hev re dest ji wan biqera. Em di vir de lawaziya xwe nîşan didin.”

‘Beşdarbûna hinek partiyên Kurdan di diyarkirina endaman de yekitiya Kurdan lawaz dike’ 
26 gulan, 2026   11:03
QAMIŞLO

Nerazîbûna li dijî diyarkirina endamên parlamentoyê (hikumeta demkî ya Sûriyeyê jê re dibêje Meclisa Gel) zêde dibin. 28 partî û tevgerên li Rojavayê Kurdistanê li dijî diyarkirina endamên parlamentoyê bertek nîşan dan. 

Sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno nerazîbûna xwe nîşanî şêwazê diyarkirina endamên parlamentoyê da. Kovan Keno da zanîn ku ev diyarkirin didin nîşandan ku hikumeta demkî ya Şamê Kurdan wek gelekî resen ê herêmê nabîne û wiha axivî: “Rêjeya gelê Kurd di Sûriyeyê de zêdetirî ji sedî 20 e. Dema ku ew tayînkirin çêdibin, hejmareke gelekî kêm, ew tunebûna gelê Kurd didin xuyakirin. Hejmareke pir kêm dane Kurdan. Ev çareseriyê pêk nayne. Eger hikumeta Şamê bi gelê xwe re rast be, divê kongreyeke nîştimanî li dar bixe, ji bo Sûriyeyeke nenavendî û pirreng bê avakirin.”

Kovan Keno beşdariya çend partiyên Kurdan ku bi awayekî bi hikumeta demkî re lihevkirî beşdarî diyarkirina endaman bûn, wek mixabinî bi nav kir. Kovan Keno wiha got: “Gelek partiyên Kurd beşdarî van hilbijartinan nebûne, mixabin beşek ji partiyên Kurd beşdar bûne. Ev cihê nerazîbûna me ye. Me dixwest em Kurd bi hev re yan beşdar bûna, yan me tevahiyan bi hev re dest ji wan biqera. Em di vir de lawaziya xwe nîşan didin. Beriya niha konferansek (Konferansa Yekrêziyê) pêk hat, lê niha bi vî şêweyî yekitiya Kurdan lawaz dibe.”

(bî)

ANHA