Rejîma Îranê Kolberek din jî qetil kir

Kolberek 18 salî yê ji gundekî parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Rejîma Îranê Kolberek din jî qetil kir
24 tîrmeh, 2026   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Kolbernewsê, kolberê bi navê Soheyl Fîrdewsî yê 18 salî ku niştecihê gundê Dezawer ê ser bi bajaroka Paweyê ya parêzgeha Kirmaşanê ye, di encama gulebarana raste rast a çekdarên Îranê de li sînorê Newsûdê jiyana xwe ji dest daye.

Heman çavkaniyê ragihand ku hêzên ser sînor bêyî tu hişyariyeke pêşwext bidin, gule li komeke kolberan barandine û di encama vê êrişê de Soheyl Fîrdewsî hatiye qetilkirin.

Hate destnîşankirin ku piştî vê bûyerê, cenazeyê Soheyl Fîrdewsî radestî tiba edlî ya Paweyê hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye di nava du rojên borî de, ev duyemîn kolbere ku li sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê çekdarên Îranê ve tê qetilkirin.

Li gorî daneyên Kolbernewsê; di sala borî de 57 kolber hatine kuştin û birîndarkirin, ku %77’ê van bûyeran ji ber gulebarana raste rast a hêzên çekdar ên Îranê çêbûne.