Îranê ragihand ku li baregehên DYA'yê yên li Bahreyn û Urdunê xistiye

Artêşa Îranê ragihand ku wek bersivdana bombebarana DYA'yê ya li ser welatê wan, bi dronan êriş biriye ser baregehên leşkerî yên amerîkî yên li Bahreyn û Urdunê.

Îranê ragihand ku li baregehên DYA'yê yên li Bahreyn û Urdunê xistiye
24 tîrmeh, 2026   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Artêşa Îranê di daxuyaniya xwe de ku li ser televîzyona dewletê hate weşandin, diyar kir ku li hemberî bombebarana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li ser xaka Îranê ku di şeva 13'emîn de dewam kir, wan bi dronên kamîkaze êriş biriye ser navendên leşkerî yên DYAyê yên li Bahreyn û Urdunê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li Baregeha Hewayî ya Îsa ya li Bahreynê, depoyên sotemeniyê, depoyên ji malzemeyên leşkerî yên mezin, sîlo û leşkergeh bi dronên "Arash" hatin hedefkirin.

Artêşa Îranê her wiha diyar kir ku li Baregeha Hewayî ya El Ezrakê ya li Urdunê hangarên balafiran, navendên leşkerî bi dronan bombebaran kirine.

Li aliyê din, sibeha Înê li Bahreynê dengê teqînê hate bihîstin.

DI ÊRIŞÊN DYA'YÊ DE 4 KES HATIN KUŞTIN

Rayedarên îranî ragihand ku li başûrê rojavayê welêt nîvê şevê di êrişên DYA'yê yên li derdora bajarê Ahwazê de 4 kes hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.

Rayedarê eyaleta Huzistanê Valiullah Hayati ji ajansa nûçeyan a dewletê IRNA re axivî û anî ziman ku êriş ji aliyê DYA'yê ve hatiye kirin.