Li Sûriyeyê 6 kes hatin kuştin

Li parêzgehên Sûriyeyê duh di encama teqîn, gulebaran û pevçûnên eşîran de 6 kes hatin kuştin.

Li Sûriyeyê 6 kes hatin kuştin
24 tîrmeh, 2026   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şopandina ajansa me, duh (23 Tîrmeh) li herêmên cuda yên Sûriyeyê 6 kes hatin kuştin ku ji wan 2 endamên hêzên hikumeta demkî ne.

Li Şamê, zilamek piştî ku ji aliyê çekdarekî nenas ve hate gulebarankirin, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê rojhilatê Helebê, di encama pevçûnek malbatî de ku li derdora Şerxerêya Şerîetê ya bajarê Minbicê qewimî, xortek hate kuştin.

Di bûyerekî din de, welatiyek li ser rêya di navbera navçeya Cindirêsê û gundê celemê  li gundewarê Efrîn, piştî ku ji aliyê endamên xaleke kontrolê ya ewlehiyê ve hate gulebarankirin, jiyana xwe ji dest da.

Her wiha, di bajarê Tefes li gundewarê Deraayê de, pevçûnên çekdarî di navbera du malbatan de li sûkek populer qewimîn û bûn sedema kuştina du xortan.

Di heman demê de, welatiyekî din li bajarokê Kefer Nebûde yê Hemayê piştî ku ji aliyê çekdarekî nenas ve rasterast hate gulebarankirin jiyana xwe ji dest da. Rayedaran diyar kir ku lêkolîn hîn jî didome.