Rejîma Îranê kesekî din bi darve kir

Li Îranê welatiyê bi navê Ghaem Hosseini yê ku beşdarî çalakiyên meha Çileyê bibû hate bidarvekirin.

Rejîma Îranê kesekî din bi darve kir
20 tebax, 2026   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Tasnim a nîvfermî ya Îranê da zanîn ku welatiyekî biyanî yê ku têkildarî xwepêşandanên di meha Çileyê de dihat sûcdarkirin, hatiye bidarvekirin.

Hate diyarkirin ku Ghaem Hosseini yê ku tê îdiakirin beşdarî xwepêşandana 8’ê Çileyê ya li bajarê Malekşahr ê Isfehanê bûye, vê sibêdeyê hatiye bidarvekirin ku di çalakiyê de çar polîsan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di nûçeyê de hate îfadekirin ku beriya niha jî welatiyên bi navên Erfan Esfandiarî, Gol Mohammad Mohammadî, Amir Hossein Safarî û Abolfazl Sepahî ji ber vê bûyerê hatine darvekirin.