Başûrê Lubnanê bi dijwarî hat bombebarankirin

Herêmên başûrê Lubnanê ji duh derengiya şevê heya serê vê sibehê bi dron, mûşek û obîsan hatin hedefkirin. Der barê encamên êrişê de agahî nehatin parvekirin.

Başûrê Lubnanê bi dijwarî hat bombebarankirin
20 tebax, 2026   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku bilindahiyên Elî Tahîr, derdora çiyayên Debşa yên bakurê bajarokê Nebetiya ya Jorîn, her wiha herêma Kefer Ruman a Nebetiyê ji duh derengiya şevê heya berbanga îro hatin bombebarankirin û bi obîs û mûşekan hatin topbarankirin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane medyaya fermî ya Lubnanê, dengê topbaran û bombebaranê li bajarê Seyda û derdora wê veda.

Hate zanîn ku hêzên Îsraîlê operasyonên teqandinê li bajarokê Mecedlzûn, Mesnûrî, Xeyam û Hedasyê pêk anîn û li gelek herêmên sînorî operasyona lêgerîna li çekan li dar xistin. Dîmenên bombebaran û teqînan hatin parvekirin.

Çavkaniyan diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê piştî bombebarankirinê ji qada herêmê derketin.

Heya niha der barê encamên topbaran û bombebaranê de agahî nehatin parvekirin

Serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî ji rojnameya El Cumhûriya re diyar kir li gorî biryara 1701‘an rola Hêzên UNIFIL li başûrê Lubnanê ew e ku ewlehiyê biparêze û ji bo belavbûna artêşa Lubnanê ya hemû xaka Lubananê di nav de jî heta sînorê navneteweyî piştgirî bide.

Birî got, bidawîbûna erka UNIFIL‘ê wekî “xeleteyeke mezin û sûcek li dijî xelkê başûrê Lubnanê” bi nav kir û anî ziman ku Îsraîl ne tenê binesaziya avahîsaziyê ya gund û bajarokên başûr wêran dike û jiyanê bi tevahî ji holê radike, lê di heman demê de di bingehên wan ên civakî û aborî de dixe xetereyê.

 (sb)