Desteya Perwerde û Fêrkirinê li dijî êrişên dewleta Tirk bang kir

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn-Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û bang li rêxistinên Mafên Mirovan û Rêxistina Mafên Zarokan kir ku erkên xwe bi cih bînin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê li dijî êrişên dewleta Tirk bang kir
25 mijdar, 2024   12:53
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di êrişa duh a li ser gundê Helîsa yê kantona Efrîn- Şehbayê de welatiyê bi navê Mihemed Arif Hac Mehmûd (40) şehîd bû û Hisên Mihemed Hesen Xelef (9), Murad Mihemed Hac Mehmûd (14) û Rosêl Mihemed Xelef (13) birîndar bûn.

Di êrişên li ser bajarê Til Rifet û derdora wê de jî zaroka bi navê Heyfa Şukrî Xelîl (10), Mûsa Hisên Fendo (25), Waîl Hisên Fendo (19), Ehmed Mihemed Elî (23) birîndar bûn.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn-Şehbayê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin. Daxuyanî bi beşdariya xwendekar û endamên desteyê li pêşiya navenda desteyê ya li bajarokê Ehdasê hat xwendin.

Endama desteyê Avrîn Hisên daxuyanî xwend û bi bîr xist ku UNICEF û rêxistinên têkildarî mafên zarokan li hember qetilkirina zarokan bê deng in.

Di daxuyaniyê de bang li Rêxistina Mafên Mirovan û Rêxistina Parastina Zarokan hate kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li komkujî û êrişên dewleta Tirk a dagirker bînin.

(bb)

ANHA