Rejîma Îranê hêzên xwe li Rojhilatê Kurdistanê zêde dike

Di roja çaremîn ya êrişên hevbeş yên Îsarîl û Amerîka yên li ser Îranê de gelek navend û baregehên leşkerî yên Îranê hatin hedefgirtin. Hat zanîn ku Supayê Pasdaran li ser sinorê Rojhilatê Kurdistanê gelek hêz bicih kiriye.

Rejîma Îranê hêzên xwe li Rojhilatê Kurdistanê zêde dike
3 adar, 2026   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên ku ji aliyê Amerîka-Îsraîlê ve tên kirin, belavî bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî; Dîwandere, Pîranşar, Merîwan, Nexede, Sine, Urmiye, Îlam, Kirmaşan, Serawle, Seqiz bûne. Hat gotin ku êriş li dijî parêzvanên sinorê Rojhilatê Kurdistanê jî pêkhatiye.

Li gor agahiyan, Supayê Pasdarên Îranê hêzek zêde ya bejahî şandiye bajarên dikevin ser sinorê Rojhilatê Kurdistanê. Li bajarên wek Serdeşt, Pîranşar û Şino li mizeft û dibistanan de hêzên xwe bicih kiriye.

Her wiha hat zanîn, ji ber êrişên asîmanî yên Amerîka-Îsraîl yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêktên, hejmarek zêde ya malbatên hêzên ewlehiyê û Supayê Pasdaran ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê reviyane gund û bajarên xwe.

Hatiye gotin ku ziyanên herî zêde yên leşkerî li bajarên Kirmaşan, Urmiye û Sineyê hatine tomarkirin. Hat diyarkirin ku li gel navendên leşkerî çend cihekî sivîlan jî bûne hedefa êrişan. Heta niha amarek fermî li ser hejmara qurbaniyan nehatiye belavkirin.