34 kamyonên alîkariyê derbasî Siwêdayê bûn

34 kamyonên barhilgirên ard û pêdiviyên bijîşkî derbasî Siwêdayê bûn.

34 kamyonên alîkariyê derbasî Siwêdayê bûn
3 adar, 2026   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), 35 kamyonên barhilgirên 401 ton ard û pêdiviyên bijîşkî derbasî bajarê Siwêdayê bûn.

Karwanê alîkariyê ji ber mercên aborî yên zehmet ên ku herêm tê re derbas dibin, gihaşt Siwêdayê.

17'ê Sibata borî, karwanekî alîkariyê yê Bernameya Xurekê ya Navneteweyî (WFP) bi hevkariya Heyva Sor a Kurd derbasî Siwêdayê bibû.

(bb)