Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li Kurdekî birî

Hate ragihandin ku rejîma Îranê cezayê girtîgehê li Kurdekî birî.

Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li Kurdekî birî
31 adar, 2025   12:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Malpera Dengê Girtiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Dadgeha Şoreşê ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê cezayê girîgehê li kurdê bi navê Binyamîn Rehîm Pûr ê 35 salî birî.

Hate diyarkirin ku Binyamîn Rehîm Pûr ê ji Sine ye bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê û piştevanîkirina komên muxalîf’ hate cezakirin.

Hêjayî gotinêye ku Binyamîn Rehîm Pûr bavê 2 zarokane. Binyamîn di 22’yê Çileya îsal de ji aliyê hêzên Îtlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadwer li cihê karê xwe hatibû binçavkirin. Piştî 10 rojan di hucreya yek kesî de ma, bi berdêl û demkî hatibû berdan.