Bîlançoya erdheja Myanmar û Taylandê: Herî kêm 1700 mirî

Hejmara kesên di encama erdheja li Myanmarê de jiyana xwe ji dest daye, 1700’î derbas kir. Li Myanmarê şîn hate ragihandin.

Bîlançoya erdheja Myanmar û Taylandê: Herî kêm 1700 mirî
31 adar, 2025   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Myanmarê rêveberiya cûnta ya leşkerî piştî erdheja roja Înê ku di encamê de zêdeyî hezar û 700 kes mirin, ji roja duşemê û pê ve ji bo hefteyekê şîna neteweyî ragihand.

Pispor bi fikar in ku li gel alîkariya navneteweyî jî dibe ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin.

Erdhejekê bi 7.7 pileyî li Myanmarê rû da û piştî wê bi çend deqeyan bi mezinahiya 6.7 pileyî erdhejeke din rû da.

Li gorî bîlançoya dawîn ku roja yekşemê hate aşkerakirin, li Myanmarê nêzî hezar û 700 kes mirine, herî kêm 3 hezar û 400 kes jî birîndar bûn, herî kêm 139 kes jî winda ne.

Li Taylandê jî ji ber hilweşîna avahiyeke 30 qat, herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji bo rizgarkirina mirovên di bin xirabeyan de operasyon dewam dikin.