Xamineyî bersiva gefa Trump da: Wê derbeyek xurt bixiwin!

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî bersiva daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ku gotibû, ‘ger peymana nukleerî têk biçe, wê Îranê bombebaran bikin’ da. Xamineyî got: “Wê derbeyeke xurt bixwin!”

Xamineyî bersiva gefa Trump da: Wê derbeyek xurt bixiwin!
31 adar, 2025   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî piştî nimêja Cejna Remezanê li Tehranê di daxuyaniyekê de bertek nîşanî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo ‘bombebarankirina Îranê’ di egera têkçûna peymana nukleerî da.

Xamineyî destnîşan kir ku ger Washington gaveke wiha bavêje dê berdêlên giran bide û wiha got: “Ger Emerîka vê tehdîdê bi cih bîne dê derbeyeke xurt bigire.

Rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de piştî ku rêveberiya Trump di sala 2018’an de ji peymana nukleerî vekişiya zêde bû û aliyan hevdu tehdîd kirin.

Hêjayî gotinêye ku bi peywendiyeke telefonê bi kanala BBC News a Amerîkayê re serokê Amerîkayê Donlad Trump got ku eger Îran bi Amerîkayê re lihevkirinekê li ser pêşnexistina çekên nukleerî pêk neyne, ewê bi xurtî Îranê bombebaran bikin û bacên gumrikê zêde bikin.