Rejîma Îranê cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Mûradî birî

Li çalakvana siyasî û mafên jinên Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê Werîşe Mûradî cara duyemîn ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê hate birîn.

Rejîma Îranê cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Mûradî birî
14 cotmeh, 2026   21:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Werîşe Mûradî, Emîr Secadî îro têkildarî biryara nû ya dadwerên Tehranê li dijî muwekîla wî daxuyaniyek weşand.

Emîr Secadî got: “Li çalakvana siyasî û mafên jinên Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê Werîşe Mûradî îro cara duyemîn ji aliyê Şaxa 15’emîn ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hate birînç

Werîşe Mûradî bi endametiya ‘di komeke serhildêr de’ hate tawanbarkirin û mafê wê heye ku cezayê xwe di nav 20 rojan de li Dadgeha Bilind îtîraz bike.”

Ev ceza di demekê de hat birîn ku, li gorî parêzerên Mûradî, dadgeh di bicihanîna lêpirsîn û kêmasiyên ku ji hêla Dadgeha Bilind ve hatine xwestin de têk çûye. Dîsa heman ceza daye û li dijî Werîşe Mûradî delîlên bihêz an pêbawer nînin.

Her wisa Secadî da zanîn ku Werîşe Mûradî beşdarî tu çalakiyek leşkerî li dijî Komara Îslamî ya Îranê nebûye û çalakiyên wê tenê bi şerê li dijî DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ne.

Di heman demê de, Keyvan Ezîzî ku parêzerekî din yê dozê ye, bi tundî rexne li cezayê li Werîşe Mûradî hatiye birîn kir û got: “Dadgeha Bilind berê ji ber (kêmasiyên di lêpirsînê de) cezayê yekem yê darvekirinê yê Werîşe Mûradî betal kiribû û doz vegerandibû Şaxa 15’emîn ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê. Lêbelê, dadgehê bêyî ku lêpirsînên pêwîst bike û tenê bi guhertina arasteya tometan, dîsa cezayê darvekirinê li Mûradî birî.”

Her wisa Tîma Parêzerên Werîşe Mûradî ragihand ku ewê di nav dema qanûnî de îtîrazek din li dijî biryarê bikin û hêvî dikin ku Dadgeha Bilind vê carê parastin û nirxandinên wan yên qanûnî bibihîze.