Rayedarên Siûdî û Îsraîlî vê hefteyê serdana Washingtonê dikin

Ji bo Îranê, rayedarên Siûdî û Îsraîlî serdana Washingtonê dikin da ku li ser zêdebûna muhtemel a aloziyê nîqaş bikin, di heman demê de tevgerên Îranê yên ber bi Enqerê ve û zextê li ser çareseriyek dîplomatîk ji bo aloziya nukleerî jî hene.

Rayedarên Siûdî û Îsraîlî vê hefteyê serdana Washingtonê dikin
29 ÇILE, 2026   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Axios ku xwe dispêre çavkaniyên agahdar, berpirsên payebilind ên Erebistana Siûdî û Îsraîlê vê hefteyê serdana Washingtonê dikin da ku bi rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser Îranê hevdîtinan bikin, di demekê de ku Washington vebijarka destpêkirina êrişên leşkerî li dijî Tehranê dinirxîne.

Di raporê de hat gotin ku aliyê Îsraîlî balê dikişîne ser danûstandina agahiyên îstîxbaratî yên li ser hedefên potansiyel ên di nav Îranê de, Erebistana Siûdî jî hewl dide ku ji aloziya herêmî dûr bisekine û ji bo çareseriyek dîplomatîk zextê bike.

Di heman çarçoveyê de, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî serdana Tirkiyeyê dike da ku li ser zêdebûna rageşiya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re biaxive, di demekê de ku Trump hişyariyên Tehranê yên li ser encamên negihîştina rêkeftinekê li ser bernameya wê ya nukleerî daye.

(ac/fr)

ANHA