Şandeya ji Başur serdana Pakrewangeha Qamişloyê kir

Şandeya ji Başûrê Kurdistanê serdana xwe ya ji bo Rojava bi serdana Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Şandeya ji Başur serdana Pakrewangeha Qamişloyê kir
Şandeya ji Başur serdana Pakrewangeha Qamişloyê kir
Şandeya ji Başur serdana Pakrewangeha Qamişloyê kir
Şandeya ji Başur serdana Pakrewangeha Qamişloyê kir
Şandeya ji Başur serdana Pakrewangeha Qamişloyê kir
Şandeya ji Başur serdana Pakrewangeha Qamişloyê kir
Şandeya ji Başur serdana Pakrewangeha Qamişloyê kir
Şandeya ji Başur serdana Pakrewangeha Qamişloyê kir
Şandeya ji Başur serdana Pakrewangeha Qamişloyê kir
29 ÇILE, 2026   19:23
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêşxistina têkiliyan û girîngîdayîna sekna li kêleka Kurdên Rojava û piştevaniya têkoşîn û destkeftiyên wan nexasim li gel pêşdeçûnên heyî de, îro şandeyek ji Başûrê Kurdistanê gihîşt Rojava.

Şande ji Seroka Weqfa VIM Lava Hîkmet Mihemed, şêwirmendên Weqfê Nazdar Mihemed Seîd û Hogir Cafer, endamên Weqfê Cemîl û Karawan Kakil Mihemed, Zana Elî Nûrî, Hawkar Cafer, Hawbeş Dara Mihemed, Mîran Mihemed Mehmûd, Daban Ebû Bekir Omer û Biryar Ebû Bekir Ebîr pêk hat.

Nûnerên ji Kongra Star, meclis, deste û tevgerên jinan li Rojava bi şandeyê re bûn.

Şandeyê bi sedana Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê dest bi gera xwe kir. Endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan ew pêşwazî kir.

Şandeyê di nava gorên şervanên YPJ, YPG û QSDˊê de yên ku di têkbirina çeteyên DAIŞˊê û êrişên li dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, geriya.

Li pakrewangehê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo bixêrhatina şandeyê kir û girîngî da hevgirtina gelê kurd di vê qonaxa çarenûsî û dîrokî de.

Gulo helwestên yekitî û hevgirtinê yên gelê Kurd di parastina Şengal, Kerkûk û Kobanê de silav kirin.

(fr)

ANHA