Dr. Umran ji Şengalê berê xwe daye Rojava

Dektor Umran Hemîd Hisên di çarçevê serferberiyê de ji Şengalê derbasî Rojava buye da ku ciyê xwe di nava berxwedana Rojava de bigre.

Dr. Umran ji Şengalê berê xwe daye Rojava
30 ÇILE, 2026   04:55
HESEKÊ
HINAR IBRAHÎM-BOTAN HISÊN

Ciwanên Kurd ji tevahiya Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê ji bo tevlî berxwedana li hemberî êrîşên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û yên Tirkiyê, bibin. Dektor Umran Hisên jî ji bo dermankirina nexweşan ji Şengalê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û nexweşan derman dike.

ˋLI SER BANGA SEFERBERIYÊ BERÊ XWE DIDIN ROJAVAˊ

Dr. Umran 36 salî ye û ji êla Gabarî ye, ew û du kurên apê xwe ji Şengalê berê xwe didin Rojava û tevlî berxwedana li hemberî çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bûne. Yek ji kurê apê wî zanîngeha zimanê ingilîzî bi dawî kiriye, yê dîtir jî Fakulteya Çapemeniyê bi dawî kiriye.

Dr. Umran Hisên ji ajansa me (ANHA) re axivî û got: "Li hemberî êrîşên li ser Rojava pêdivî hebû ku em berê xwe bidin Rojava û tevlî serferberiyê bibin. Ez û her du kurên apê xwe ji bo parastina Rojava em tevlî seferberiyê bûn."

ˋROJAVA GELEK PÊKHATEYAN DI HUNDIRÊ XWE DE DIHEWÎNEˊ

Li herêma Rojava gelek pêkhate bihevre dijîn. Li ser projeya Rêveberiya Xweser xwe birêxistin dikirin, ji ber vê yekê di serî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her wiha dewletên sermeyedar û çeteyên DAIŞ`ê her tim êrîşî projeya Rêveberiya Xweser dikin. Li hemberî van êrîşan tevayî gelê Kurd xwedî li Rojava derdikevin û tevlî berxwedanê dibin. Piştî ku êrîşan destpê kir bi sedan ciwan berê xwe dan Rojava û tevlî seferberiyê bûn.

`HEYANÎ SERKEFTINÊ EZ Ê LI ROJAVA BIMÎN IM`

Dr. Umran Hemîd Hisên li yek ji nexweşxaneyên Heseke dixebitê. Ew dektorê giştî ye û hemû nexweşan derman dike. Her wiha anî ziman ku ew ê nexweşan derman bike heyanî ku êrîş bisekin in û wê hemû pêkhateyên Rojava wê di berxwedana xwe de biserbikev in.

KURDISTAN HEMÛ BI ROJAVA RE YE

Dr. Umran di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Gelê Kurd ên Rojava ne bi tena xwe ne, hemû Kurdistan li pişta Rojava ye. Wexta ez derbasî Rojava bûm, min dît gelek ciwanên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê çawa têdikoşin heyanî bighîjin Rojava. Ciwan û tevayî gelê Kurd berê xwe dan Rojava ji bo gelê Rojava biparêz in. Em jî heyanî êrîş nesekinin em ji Rojava dernakevin û em ê karê xwe berdewam bikin."

 ANHA