Rayedarên Kurdistanê girîngiya diyalogê, yekitiya Kurdan û entegrasyonê anîn ziman

Îlham Ehmed, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî di komxebatên roja yekemîn a Foruma Rojhilata Navîn a 2026`an (MERI) de ku li Hewlêrê niha bi rê ve diçe, bal kişand ser girîngiya dan û stendin û yekitiya Kurdan, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, avakirina hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê, entegrasyona li Sûriyeyê, mafên Kurdan, astengiyên ji bo îstîqrarê û beşdariya jinan.

Rayedarên Kurdistanê girîngiya diyalogê, yekitiya Kurdan û entegrasyonê anîn ziman
13 cotmeh, 2026   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedara Îlham Ehmed, serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di roja yekemîn a Foruma Rojhilata Navîn a 2026`an (MERI) de ku li Hewlêrê dest pê kir, bal kişand ser girîngiya dan û standinan, çareserkirina dozên kurdî û pêşxistina îstiqrarê.

Îlham Ehmed got: “Piştî hilweşîna Esed û entegrekirina QSD û artêşê, li gel tevlêkirina gelek komên leşkerî di artêşê de, em li Sûriyeyê guhertinekê dibînin.”

Îlhamê wiha anî ziman: “Tiştê ku li Sûriyeyê qewimî şoreşek bû ku hîn jî di qonaxên xwe yên avakirinê de ye" ku nîşan dide "Sûriye bi tevahî di pêvajoya ji nû ve avakirinê de ye.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku “Pêvajoya entegrasyonê bûye egera ku bajarên Sûriyeyê bi hev ve werin girêdan û deriyên sînor ên Sûriyeyê werin vekirin" û got "pêvajoya entegrasyonê heta niha bi awayekî baş pêk hatiye û ez dikarim bibêjim ku ew bûye egera pêkanîna aramiyê. Tevî pêvajoya entegrasyonê ya ku pêk hatiye, di rola jinan de kêmbûnek çêbûye. Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin ku pêvajoya entegrasyonê ji aliyekî ve serkeftin bi dest xistiye û ji aliyê din ve, ew hîn jî di qonaxa ceribandinê de ye.”

Îlham Ehmed wiha pê de çû: “Pêvajoya entegrasyonê ji bo gelê Kurd bi derxistina fermaneke serokatiyê ku hebûna gelê Kurd li Sûriyeyê bi çand û zimanê xwe nas dike û ew beşeke yekgirtî ya gelê Sûriyeyê ne, bi dest xistiye. Biryarnameya serokatiyê, di warê pêkanînê de, der barê mafê perwerdeya bi zimanê kurdî de netemam tê hesibandin. Ew çarçoveyeke netemam e ji bo gelê Kurd û mekanîzmaya pêkanîna pratîk a vê fermanê hîn jî hewce ye ku were pêşvexistin.”

Îlham Ehmed wiha domand: “Carinan em dibînin wekî encameke nezelaliyê di mekanîzmayên biryarên ku ji hêla hikumeta Sûriyeyê ve têne dayîn de heye, hinek tevlihevî û nezelalî di bicîhanîna van biryaran de heye.”

Têkildarî aloziyên dawîn ên li welêt jî Îlham Ehmed wek “Encama zîhniyeta nîjadperest ku hîn jî di civakê de serdest e, çi ji hêla hin tevgeran ve be an jî aliyên herêmî yên derveyî ve ku dibin sedema têkbirina aramiya li Sûriyeyê" nirxand.

Nêçîrvan Barzanî jî da zanîn ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkieyeyê tevî ku bi lez nameşe, bi awayeke cidî dimeşe, destnîşan kir ku di çareserkirina dozeke 40 salan a şer û înkara hev û due, tişteke normal e, rawestîna şer ya ji beriya 2 salan ve destkeftiyeke mezin e, pêvajo jî di rêyeke rast de ye.

Der barê Rojavayê Kurdistanê de Nîçêrvan Bazanî tişta ku heta niha bûye pîroz kir, da zanîn ku tişta ku dibe encamê lêkolîna rewşa heyî ye, nêzî 13 hezar şervanên Kurd tevlî artêşa Sûriyeyê bûne, hezarên din jî tevlî dezgehên ewlekariyê bûne, hebûna dan û stendineke cidî ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî li Sûriyeyê heye, ew ji ber rêbazê dan û stendinê yê fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi rewşa heyî re rehetiya xwe da nîşandan, daxwaz kir ku ew nekvin şaştiyên ku Herêma Kurdistanê beriya niha ketiyê de kir.

Girêdayî mijara Rojhilatê Kurdistanê, Barzanî diyar kir ku dibe ku derfet di pêşerojê de were, doza kurdî di nîqaşên bi berpirsyarên Îranê re ciheke girîng û cidî digire, ev doz bi paşguhkirin û înkarê çareser nabe, ew bi berçavgirtina taybetmendiyên her dewletekê tê çareserkirin.

Têkildarî rewşa hundirîn a Herêma Başûrê Kurdistanê serokê YNK`ê Bafil Talebanî amadekariyên partiya xwe ya rûniştina ser maseya dan û stendinan û avakirina hikumeteke nû di 24 saetan de, ragihand, da zanîn ku YNK`ê naxwaze û nikare bêyî PDK`ê rêveberiya herêmê bike.

Talebanî diyar kir ku lihevkirina dawî ya bi Tevgera Nifşê Nû re ti aliyan hedef nagire, ew temsîla derfeta lezkirina avakirina hikumeteke adilane dike, YNK`ê ji bo hemû şêweyê diyalogê yê yekser an bi navbeynkariyeke navneteweyî be vekirî ye.

Li ser asta herêmî Talebanî piştgiriya partiya xwe ya ji bo pêvajoy aştiyê ya li Tirkiyeyê nîşan da, da zanîn ku ew bi başkirina têkiliyên bi Enqereyayê di qonaxa bê de geşbîne, ew ê piştgiriya Kurdan li Sûriyeyê bi derfetên heyî bidomîne.

Tê payîn dê îro di rûniştineke komxebatê ya ji bo nîqaşa li ser rewşa Kurdan di Sûriyeya nû de, veguhestina ji Rêveberiya Xweser a ber bi entegrasyonê û mafê siyasî yê Kurdan Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî beşdar bibe, ew rûniştin ji hêla Serokê Saziya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) a Dilawer Ela El Dîn tê birêvebirin.

(sb)