Îsraîl derbasî gundewarê Şamê bû û cotkar gulebaran kirin

Hêzên Îsraîlê tevgerên xwe li gundewarên Şamê didomîne, îro derbasî gundewarên rojavayê Şamê bûn û cotkar gulebaran kirin.

Îsraîl derbasî gundewarê Şamê bû û cotkar gulebaran kirin
13 cotmeh, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, dewrîyeke girêdayî Hêzên Îsraîlê derbasî nava rezên li Beyt Cin ê gundewarên rojavayê Şamê bû, hêzê ji bo ku cotkar neghêjin zeviyên xwe cotkar gulebaran kirin, di encamê de ti zirar çênebûn.

Duh (12 Cotmeh) heman bûyer piştî ketina Hêzên Îsraîlê ji bo herêmên gundewarên rojavayê Derayê rû da.

(sb)