Îranê 5 Kurd girtin
Bi destpêkirina şerê Îsraîl û Îranê re, hêzên rejîma Îranê dest bi pêla destgîrkirin û girtina welatiyan kiriye. Di vê çarçoveyê de li Rojhilatê Kurdistanê 5 welatiyên Kurd hatin destgîrkirin û heta niha jî aqûbeta wan ne diyar e.

Li gor nûçeya malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, îro 4 welatiyên Kurd ên bi navên; Umêd Reş, Eshed Resûl Zade, Nuredîn Dudkanlu Mîlan ên xelkê gundê Kose Kerêz ê ser bi bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ne, ji aliyê hêzên Îranê ve bêyî biryara dadwer hatin destgîrkirin û birine cihekî nediyar.
Hat diyarkirin ku welatiyek din ê Kurd bi navê Mihemed Zend Kerîmî yê xelkê Dêhgulan ê ser bi bajarê Sine ye, ev du hefte ye bêyî fermana dadwer hatiye girtin û çarenûsa wî ne diyar e.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku roja 19’ê Hezîranê jî welatiyek Kurd bi navê Keywan Mam Gulî bêyî fermana dadwer hatiye binçavkirin û birine cihekî nediyar.
Hêjayî gotinê ye, di nava şert û mecên niha yên şer û aloziyan de, rejîma Îranê bi tohmetên cûda pêlek berfireh a binçavkirin û girtina welatiyan daye destpêkirin. Di nava sê rojan de 151 welatî li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bêyî fermana dadweran hatine binçavkirin.