Rayedarekî Amerîka: Îranê moşekên xwe xistin tevgerê

Rayedarekî Amerîkayê ji malpera "Fox News" re ragihand ku ji bo hedefgirtina Îsraîlê Îranê platformên avêtina moşekan xistin tevgerê.

Rayedarekî Amerîka: Îranê moşekên xwe xistin tevgerê
1 cotmeh, 2024   19:55
NAVENDA NÛÇEYA

Rayedarekî Amerîkayê di axaftina xwe ji malpera Fox Newsʹê re texmîn kir ku dibe di 24 saetan de Îranê êrişî Îsraîlê bike.

Rayedar diyar kir ku Îranê di rewşa amadebeşiya êrişa li dijî Îsraîlê de ye. Her wiha Desteya Radyoyê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî Îsraîlê diyar kir ku amadebeşiyên êrişên Îranê yên fireh li dijî avahiyên ewlehiyê hene û dibe ku zirarê bidin armancên sivil jî.

Li ser paşxaneya van agahiyan balyozxaneya Amerîka ya li Îsraîlê bang li welatî û malbatên wan kir ku heta demeke nediyar di cihên xwe de bin.

(mh)