Bîlançoya Îlonê: 6 kes qetil kirin û 29 jî birindar bûn

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye îro bîlançoya sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Îlonê de li dijî welatiyên Efrînê pêk anîne bi raporekê aşkera kirin.

Bîlançoya Îlonê: 6 kes qetil kirin û 29 jî birindar bûn
1 cotmeh, 2024   19:52
HELEB
MIHEMED EBDO

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye îro rapora meha Îlonê ya der barê sûcên li dijî xelkê bajarê Efrînê yê dagirkirî ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve parve kir.

Di raporê de sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan ji qetilkirin, destdirêjî, lêdan, desteserkirina mal û milkên welatiyan, qutkirina daran û guhartina demografîk hatin aşkerakirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku 6 welatî hatine kuştin. Ji wan 2 welatî di topbaranê de hatin kuştin û yên din jî ji ber rewşên zehmetî xwe kuştin.

Li gorî rapora rêxistinê 26 welatî birîndar bûn. Ji wan 6 ji ber topbaranê û zêdetirî 20 kesan di nav de 8 jin û 12 zarok di bûyerên li gundê Kaxirê yê bajarê Mabeta de hene.

Her wiha hat gotin çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo bazirganiyê de nêzî hezar darên zeytûnê û hawîrdorê qut kirine.

Li kêlek wê jî hat destnîşankirin ku sûcên guhartinên demografîk berdewam dikin. Li bajarê Cinidirêsê Navenda Mîr Selman a Alîkarî û Xebatên Mirovî bi hevkariya yek ji saziyên dewleta Tirk a dagirker re avahiyeke mêtingehiyê ji 300 yekîneyan ava kir.

Di dewama raporê de hat diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û milkên welatiyên bajarê Efrînê bi giştî û yên xelkê gundê Kaxirê bi taybet desteser kirine û li wan ferz kir ku dev ji milkên xwe berdin û pereyan bidin wan.

Di dawiya raporê de hat destnîşankirin ku çeteyan bi zanabûn gelek daristan û darên zeytûnê li gelek herêmên gundewarên Efrîna dagirkirî şewitandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro Navenda Belgekirina Binpêkirinan navên zêdetirî 50 kesên ji Efrîna dagirkirî ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve di Îlonê de hatine revandin, aşkera kirin.

(fr)