Rastiya çekdarên bi navê eşîrên Ereb li Cizîrê tev digerin

Çavkaniyek ji bajarê Til Birakê daxuyand ku çekdarên bi navê "Eşîrên Ereb" li gundewarê başûrê Cizîrê tev digerin ne ji herêmê ne, ew li tevahî bajar û bajarokên dîtir jî tev digerin û gotinên nijadperestî û taîfî dikin.

Rastiya çekdarên bi navê eşîrên Ereb li Cizîrê tev digerin
26 sibat, 2026   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Komek ku xwe temsîla eşîrên Til Hemîs, Til Koçer, Hol û Til Birakê nîşan dide ji çend rojan ve li ser platformên civakî dîmen û wêneyên xwe belav dikin, di destên wan çekên sivik û navîn hene. Ew kom red dikin ku Hêzên Asayîşê wan herêman teslîm bibin, her wiha lihevkriina di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de jî red dikin û siloganên nijadperestî li dijî pêkhateyên herêmê diavêjin.

Ajansa me peywendî bi gelek çavkaniyên taybet re di nav de rûspiyên herêmê ji bajarê Til Birakê yê gundewarê başûrê Cizîrê re danî da ku rastiya van dîmen û wê koma çekdar ku îdia dike ku ji eşîrên Ereb ên herêmê ye nas bike.

Çavkaniyan da zanîn ku ew kom ji nêzî 30 çekdaran di dest de çekên sivik û navîn hene pêk tê û ew bi xwe di navbera bajar û bajarokên dîtir de tev digerin û di dîmenan de xuya dikin ku ew temsîla eşîrên wan herêman dikin.

Çavkaniyan bal kişand ser ku tevahî ferdên wê komê ji herêmê biyanî ne anku ne ji herêmê ne û bi mebest ser rûyên xwe digirin, ew hin caran hewl didin 2 kes an jî 3 kesan ji herêmê tev li xwe bikin da ku bixuyin ew ji xelkê herêmê ne.

Li gorî çavkaniyan, dîmenên ku ferdên komê nîşan didin ew ji eşîran in û lihevkirinên aşkera red dikin tevgerên biguman in û li gel şêniyan têkildarî aliyê li piş wan disekine û armanc çi ye pirsan derdixin.

Çavkaniyan diyar kir ku ev kom tenê di dema kişandina dîmenan de derdikeve û tu nîşaneyên ku ew xwedî sazûmaniyeke rêxistinî ya aşkera yan jî teşkîleke leşkerî ya birêxistinkirî heye, nîn e.

Çavkaniyan anî ziman ku armanc ji van tevgeran rewşeke aloz û fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin e.

(fr)