DEM Partî peyama Rêber Abdullah Ocalan bi weşana zindî parve dike

Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê, ragihand ku di salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk de wê peyama Rêber Abdullah Ocalan bi weşana zindî bi raya giştî re bê parvekirin.

DEM Partî peyama Rêber Abdullah Ocalan bi weşana zindî parve dike
26 sibat, 2026   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, wiha hate gotin: “Di salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk de ku Birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de kir, em ê nirxandinên xwe yên li ser qonaxa heyî ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, paşeroja pêvajoyê û peyama nû ya Birêz Ocalan bi raya giştî û çapemeniyê re parve bikin."

Hate ragihandin ku civîn wê saet di 11:00’an de li navnîşana "Yilmaz Güney Sahnesi / navçeya Çankaya bajarê - Enqere ya tirkiyê " bi rengekî zindî bê lidarxistin.