QSDˊê nasnameya şehîdekî aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya QSDˊê diyar kir ku şervanê QSDˊê Ziyab Hesekê di encama qezaya leşkerî de li gundê Tewîla yê Til Temirê şehîd bû.

QSDˊê nasnameya şehîdekî aşkera kir
10 îlon, 2025   08:29
NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe şehîd Ziyab Hesekê aşkera kir.

Li gorî daxuyaniya navendê, "Hevrêyê me şehîd Ziyab bi rihê wêrek bêyî tirs û dudiliyê erkên xwe pêk dianîn. Bi coş û wêrekî di nava hêzên me de tev digerî. Bi lez diçû ser karê xwe, perwerde, taktîkên leşkerî û planên şer distandin. Heta gihîşt asta şehadetê di nava hêzên me de bi cesaret û moralekî bilind tev digerî.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdan xwe re dixwazin. Heta pêkanîna armancên wan ên welatekî ji teror û dagirkeriyê vala em ê li ser şopa wan bin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Ziyab Hesekê

Nav û paşnav: Hisên Salih El Salih

Navê dayikê: Xedîce

Navê bav: Salih

Cihê jidayikbûnê: Mexrûm

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir-gundê Tewîla-qezaya leşkerî-07ˊê Îlona 2025ˊan."

(fr)