Polonya dronên Rûsyayê xistin û 4 balafirgeh girtin

Hêzên çekdar ên Polonyayê ragihand ku di dema êrişa dijî Ukraynayê de dronên Rûsyayê yên ku qada wê ya hewayê derbas kirine xistin xwarê û 4 balafirgehên xwe li ber çûn û hatinê girtin.

Polonya dronên Rûsyayê xistin û 4 balafirgeh girtin
10 îlon, 2025   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên çekdar ên Polonyayê ragihand ku hemwextî êrişa berfireh a Rûsyayê li dijî Ukraynayê dronên wê qada hewayî ya Polonyayê derbas kirine û ew dron hatin xistin.

Fermandariya Operasyonan a Polonyayê li ser Xˊê nivîsek parve kir û diyar kir ku: "Di êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê de dronên wê derbasî qada me ya hewayî bûn. Li gorî fermanên fermandarê operasyonan çek hatin bi kar anîn, dronên hatin xistin û xebatên diyarkirina cihên ku dronên lê hatin xistin didomin."

BBCˊî yê Brîtanyayê ku agahiyên xwe dispêre artêşa Polonyayê daxuyand ku "Dronên Rûsyayê hatin xistin" û endamê NATOˊyê anku Polonya bersivê didin çekên Rûsyayê yên li hundirê xaka xwe.

Hêzên asîmanî yên Ukraynayê jî di berbanga îro de hişyarî der barê derbasbûna dronên Rûsyayê li nava Polonyayê de da û li ser bajarê Zamoscie yê li rojhilatê Polonyayê gef in.

Bi gaveke pêşîlêgirtinê, Rêveberiya Balafiriya Federal a Amerîkayê ragihand ku, piştî derbeyên Rûsyayê li rojavayê Ukraynayê ya nêzî sînorê wê, Polonyayê 4 balafirgeh li pêş çûn û hatinê girtine.

(fr)