QSD’ê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin
QSDˈê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê de 2 şervan şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Minbicê de 2 şervan şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser eniyên gundewarên Minbicê de, şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya di bin sîwana hêzên me de Xenîmî (Mihemed Ehmed El Xelef) û şervanê Hêzên Komandos ên girêdayî hêzên me Neşmî (Mihemed Ehmed Mistefa Moh) şehîd bûn.
Hevrêyên me Xenîmî û Neşmî li gelek eniyên gundewarên Minbicê xebat kir, li hemberî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke mezin nîşan da û bûn berxwedêrên fedaî û parêzvanên gel û welatê xwe.
Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku em ê tola xwîna wan a pak ji qatil û sûcdaran hilînin. Em ê hêvî û xeyalên wan ên avakirina welatekî ewle yê bêteror û bêdagirker bi cih bînin."
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN
Nasnav: Xenîmî
Nav û Paşnav: Mihemed El Xelef
Navê Dayikê: Cûriyê
Navê Bavê: Ehmed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Minbic-Til Ereş, 2003
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic-Gundê Ereb Hesen, 13 Cotmeh 2024
Nasnav: Neşmî
Nav û Paşnav: Mihemed Mistefa Moh
Navê Dayikê: Alya
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reqa, 2001
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic-Gundê Ereb Hesen, 13 Cotmeh 2024.
(bb)