Li Xezayê 40 filistînî hatin kuştin

Li gorî rayedarên tenduristiyê yên Filistînê di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 40 filistînî hatine kuştin.

Li Xezayê 40 filistînî hatin kuştin
15 cotmeh 2024   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî herêmên cuda yên Xezayê de 40 filistînî hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê dorpêçkirina Cibeliya ya li bakurê Xezayê didomîne û şerên bi tevgera Hemasê re berdewam in.

Rayedarên tenduristiyê yên Filistînê ragihand ku li nêzî herêma Falûca di kampa Cibeliya de 11 filistînî hatine kuştin. Her wiha moşekek li maleke bajarokê Benî Sehîle yê rojhilatê Xan Yunisê ket û di encamê de 10 filistînî hatin kuştin.

Di encama êrişeke Îsraîlê de li taxa Sebra ya Xezayê 3 mal bi temamî hatin rûxandin. Dîfa Medenî ya Filistînê ragihand ku ji cihê êrişê 2 cenaze derxistine û li 12 kesên di wan malan de bûn, lêgerîn berdewam e.

Li gorî Reutersê li kampa Nesîrat jî malek hatiye topbarankirin û di encamê de 5 kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê ji zêdetirî 10 rojan ve, Cibeliyayê dike hedef.

Ketaêb El Qessam jî bi bîr xist ku şervanên wê li Cibeliya û dora wê li dijî artêşa Îsraîlê bi dijwarî şer dikin.

Nivîsgeha Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY`yê diyar kir ku artêşa Îsraîlê hewl dide "bakurê Xezayê ji deverên din qut bike".

Serokê şandeyê şaxî yê Xaça Sor a Navneteweyî li Xezayê Adrian Zimmerman bi daxuyaniyekê got: "Şerên dijwar û fermanên valakirina bakurê Xezayê berdewam in. Malbat ditirsin, xizmên xwe ji dest didin û westiyane."

Artêşa Îsraîlê kampa Cibeliya dorpêç kiriye û tankên xwe sewqî bajarokên Beyt Lahiya û Beyt Hanûn kirine. Ji vê gavê armanc dike "şervanên Hemasê yên ku hewl didin xwe komî ser hev bikin, tune bike".

Her wiha artêşê ferman da şêniyan ku ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin başûr. Lê rayedarên filistînî û yên NY`yê dibêjin tu ciheke ewle li Xezayê nîn e.

(şx)