ˊEm ê li kêlek QSDˊê mertalên xurt binˊ

Malbatên şehîdan ên kantona Tebqayê di civîneke berfireh de destnîşan kir ku ew ê ji bo temamkirina rêça şehîdan û têkbirina tevahî êrişan li kêlek QSDˊê bimînin.

ˊEm ê li kêlek QSDˊê mertalên xurt binˊ
ˊEm ê li kêlek QSDˊê mertalên xurt binˊ
ˊEm ê li kêlek QSDˊê mertalên xurt binˊ
ˊEm ê li kêlek QSDˊê mertalên xurt binˊ
ˊEm ê li kêlek QSDˊê mertalên xurt binˊ
ˊEm ê li kêlek QSDˊê mertalên xurt binˊ
21 tebax 2024   22:46
TEBQA

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji malbatên şehîdan ên Tebqayê re civînek li dar xist û tê de rewşa siyasî hat şîrovekirin.

Civîn li hola şehîd Musene Ebdulkerîm li Navenda Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê bi beşdariya sedan malbatên şehîdan hat organîzekirin.

Di civînê de endama Desteya Seroketiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif li ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan axivî û got: "Pergala îşkenceyê ya li girtîgeha Îmraliyê metirsiya şerê li hemberî me nîşan dide. Em dikarin bibêjin ku navenda şerê niha girtîgeha Îmraliyê ye. Ji ber ku dema em bi Rêber Abdullah Ocalan dicivîn wî rewş analîz dikir, hêz û moral bida me û gelên herêmê. Vê jî bandoreke nerênî li planên hêzên herêmî û navneteweyî çêdikir."

Der barê rewşa siyasî de Foza Yûsif got: "Pêwist e em bizanin ku ger em xwe amade nekin û tedbîran negirin em ê li hemberî dijmin têk biçin. Her kes dixwaze fîtneyê di nav me de derxe. Mîna êrişa li ser Dêrazorê. Lê hêzên me ew êriş û planên wan têk birin."

Fermandara YPJ'ê Zinarîn Qamişlo li ser şerê gel ê şoreşgerî axivî û got: "Şerê Helebê û yê herêma Dêrazorê şerê gel ê şoreşgerî temsîl dikin. Me ji bo edalet, wekhevî, azadî û mafê diyarkirina çarenûsê şoreş ava kir. Vê şoreşê jî ji şexsê Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir."

Di dawiya civînê de malbatên şehîdan piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da û soza domandina yekitiyê û şopandina rêya şehîdan ji bo têkbirina êrişan nû kir.

(mh)

ANHA