QSD: Leşkerekî artêşa Tirk a dagirker û 6 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku di operasyonên cuda yên meclisên leşkerî yên QSD`ê li gundewarê Minbic û Girê Spî de, leşkerekî artêşa Tirk a dagirker û 6 çeteyên wê hatine kuştin.

QSD: Leşkerekî artêşa Tirk a dagirker û 6 çete hatin kuştin
20 îlon, 2024   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyonên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker de ya li gundê Tirwaziyê, leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin.

Her wiha da zanîn ku di 2 operasyonên cuda yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li bakurê Minbicê de, 6 çete hatine kuştin û 10 din birîndar jî bûne.

Navendê aşkera kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 4 wesayîtên leşkerî û kamereya keşfê ya herarî bê bandor kiriye, çek, cebilxane û telefoneke berîkan desteser kirine. Piştî operasyonê hêzên meclisên leşkerî bi selamtî vegeriyane navendên xwe.

(mh)