AFP: Fermandarê hêzên Ridwan di êrişa Îsraîlê de hate kuştin

Li gorî AFP`yê di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Beyrûtê de fermandarê hêzên Ridwan Îbrahîm Eqîl hatiye kuştin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişê de herî kêm 8 kes hatine kuştin û 59 jî birîndar bûne.

AFP: Fermandarê hêzên Ridwan di êrişa Îsraîlê de hate kuştin
20 îlon, 2024   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`yê ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke nêzî Hizbullahê Lubnanê wergirtine da zanîn ku di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî başûrê Beyrûtê de fermandarê hêzên Ridwan Îbrahîm Eqîl hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihandibû ku wê başûrê Beyrûtê bombebaran kiriye. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî diyar kiribû ku di encama êrişê de herî kêm 8 kuştî û 59 birîndar heye.

(mh)