‘Em ê li dijî pergala îşkenceyê tê bikoşin’

Şêniyên kantona Cizîrê pergala îşekence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan wek sûcekî dermirovî bi nav kir û got dê li hemberî vê pergalê tê bikoşin.

‘Em ê li dijî pergala îşkenceyê tê bikoşin’
‘Em ê li dijî pergala îşkenceyê tê bikoşin’
‘Em ê li dijî pergala îşkenceyê tê bikoşin’
21 îlon, 2024   03:40
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajar û bajarokên kantona Cizîrê bi meşeke girseyê ku li bajarê Çilaxa li dar xistibû, pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Şêniyan ji bo azadiya wî ya fîzîkî peyama têkoşînê da.

Welatiyên ku beşdarî meşê bûbûn, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Welatiyê bi navê Feysel Hesen ê ji Çilaxayê diyar kir ku şêniyên Çilaxayê bi daxwaza bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Feysel Hesen got: “Rêbertî ji bo azadî û rûmeta me li hemberî hemû cureyên zilm û îşkenceya li girtîgeha Îmraliyê tê dikoşe. Em ê jî ranewestin. Em ê bangên ji bo azadiya Rêbertiya xwe bidomînin.”

Feysel Hesen anî ziman ku ew ramanên Rêber Abdullah Ocalan wek bingeha têkoşînê esas digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di ramanên Rêbertî de hêvî û îradeya fêmkirina jiyana azad a bi rûmet dibînin."

Welatiyê bi navê Idrîs Ehmed ê ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku wan ji bo şermezarkirina kiryarên neadilane yên li dijî pîvanên navneteweyî û rêgazên mafên mirovan ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ev meş li dar xistiye.

Idrîs Ehmed destnîşan kir ku ew deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in û wiha pê de çû: "Rêbertî nûnertiya îradeya me dike, divê em ji bo azadiya wî her kêlî tê bikoşin. Bêyî Rêbertî me rêya aramiyê nedizanî, bêyî wî dê çarenûsa me ne zelal be û em dê li ser dikên kirîn û firotinê yên hêzên hegemonîk bûna.”

Welatiya bi navê Rewa Cilûd a ji bajarê Til Koçerê anî ziman ku "Projeya rêberê neteweya demokratîk nebûya wekî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me aramî û ewlehî nedidît. Têkoşîna me li beramberî keda ku Rêbertî ji bo me kiriye kêm e. Divê em ji bo azadiya wî ya fîzîkî berxwedan û têkoşînê geştir bikin."

Rewa bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku li hemberî pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ji bêdengiya xwe derkevin û hesab ji desthilata Tirk bipirsin.

(bb)

ANHA