QSD: Bi dehan çete hatin kuştin, panzêrek û 3 erebeyên leşkerî hatin îmhakirin

Di berxwedana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de bi dehan çete hatin kuştin, panzêreke BMB û 2 erebeyên doçka li ser ên çeteyan, îmha kirin.

QSD: Bi dehan çete hatin kuştin, panzêrek û 3 erebeyên leşkerî hatin îmhakirin
24 kanûn, 2024   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê daxuyaniyek weşand û ev agahî dan: 

"Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê êrişî gundê Qebir Îmo yê li rojhilatê bajarê Minbicê kir. Şervanên me bersiva êrişan da û şerekî giran di navbera hêzên me û çeteyan de rû dide.

Li herêma Pira Qereqozaqê jî hêzên me erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker teqand. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Di heman demê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker çerxerêya bajarê Sirînê bombebaran kir.

Li eniya Bendava Tişrînê jî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyan ên li ser gundên Mihşiyet El Tewahîn û Xirbe Tiwênî yên navçeya Ebû Qelqet têk birin. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Hêhzên me dest danîn ser 2 tankan û çekeke obîs tevî guleyên wê. Her wiha panzêreke BMB û 2 erebeyên doçka li ser ên çeteyan îmha kirin.

Şer û pevçûn li van herêman dewam dikin.”

(bb)

ANHA