‘Yekitî û hevgirtin mîsogeriya serxistina armancên şoreşê ne’

Di civînên gel ên li Amûdê û Tirbespiyê de hate diyarkirin ku hevgirtin û yekitiya gelan mîsogeriya serxistina armancên şoreşê ne.

‘Yekitî û hevgirtin mîsogeriya serxistina armancên şoreşê ne’
‘Yekitî û hevgirtin mîsogeriya serxistina armancên şoreşê ne’
‘Yekitî û hevgirtin mîsogeriya serxistina armancên şoreşê ne’
‘Yekitî û hevgirtin mîsogeriya serxistina armancên şoreşê ne’
‘Yekitî û hevgirtin mîsogeriya serxistina armancên şoreşê ne’
‘Yekitî û hevgirtin mîsogeriya serxistina armancên şoreşê ne’
‘Yekitî û hevgirtin mîsogeriya serxistina armancên şoreşê ne’
‘Yekitî û hevgirtin mîsogeriya serxistina armancên şoreşê ne’
24 kanûn, 2024   15:48
QAMIŞLO

Meclisa Bajarê Tirbespiyê ji bo nirxandinên geşedanên siyasî civînek ji şêniyên bajarokê Maşûq re li dar xist.

Endamê Meclisa Giştî ya PYDˈê Telet Yûnis axivî û got ji bo armancên rasteqîn ên şoreşê pêk werin, pêdiviya rewşa heyî ya Sûriyeyê bi hevgirtina tevahî gelê wê heye.

Telet Yûnis bal kişand ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bûne yek, piştgiriyê didin QSDˈê, herêmê xwe ji terorê rizgar kirin, saziyên xwe ava kirin. Statuya li herêmê dikare ji tevahî Sûriyeyê re bibe bingeha çareseriya demokratîk."

Yûnis di dewama axaftina xwe de îşaret bi hevgirtina gel kir û destnîşan kir ku hevgirtin ji planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker re çareseriya herî guncaw e.

Beşdaran jî diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe bi QSDˈê re bidomîne û diyar kir ku dê encamên mezin di vê projeyê pêk bînin.

Li bajarê Amûdê jî bi beşdariya şêniyên gund û bajaran û endamên saziyên civaka sivîl civînek li Nivîsgeha PYDˈê hat lidarxistin.

Di civînê de beşdaran rewşa Sûriyeyê nirxand, girîngiya avakiriya yekitiya Kurdan û piştiriya bi QSDˈê re nîşan da. Hate gotin, divê xweparastin were pêşxistin û ji bo serxistina armancên şoreşê jî banga yekitiyê hat kirin.

(bb)

ANHA