Jinên li Dêrazorê: Divê jin di siberoja Sûriyeyê de nûnertiya xwe bikin

Jinan û nûnerên tevgerên jinan ên kantona Dêrazor pirtgiriya daxwazên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya kir.

Jinên li Dêrazorê: Divê jin di siberoja Sûriyeyê de nûnertiya xwe bikin
24 kanûn, 2024   15:37
DÊRAZORÊ

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê ragihand ku divê jinên sûriyeyî bi awayekî çalak tev li çareseriya siyasî ya Sûriyeyê bibin.

Kombûnê di daxuyaniya xwe de ku duh dabû, gotibû her çareseriyeke siyasî bêyî jinan, binkeftî ye.

Têkildarî heman mijarê endamên rêxistinên jinan ên kantona Dêrazorê 2 daxuyniyên cuda dan û piştgiriya daxwazên Kombûna Jinan a Zenûbiya kir. Endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim daxuyaniyek li herêma Meamil xwend û endama kombûnê Sefa El Ehreş jî li qada Meclisa Sivîl a rojhilatê Dêrazorê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku jin dikarin nûnerên xwe yên siyasî hilbijêrin, di aliyê qanûnî de divê xwe û mafên xwe li gorî destûra nû û li gorî peymanên navneteweyî yên jinan biparêzin.

(şx/k)

ANHA