QSD: 2 hevalên me di êrişa Dêrazorê de şehîd bûn

QSD`ê ragihand ku di êrişa şaneyên DAIŞ`ê ya li Dêrazorê de 2 şervanên wan şehîd bûne. QSD`ê careke din got ew ê heta tunekirina DAIŞ`ê, têkoşînê bidomîne.

QSD: 2 hevalên me di êrişa Dêrazorê de şehîd bûn
7 tebax, 2025   00:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermi ragihand ku wesayîteke wan a leşkerî li bajarokê Behra yê herêma Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê hatiye hedefgirtin û di encamê de 2 şervanên wan şehîd bûne.

Hêzê aşkera kir ku êrişker li motorsîklêt siwar bûbûn û êriş saet 20:00`an çêbûye.

Hêzê da zanîn ku ev êriş di çarçoveya hewldanên DAIŞ`ê de ji bo têkbirina ewlehiya herêmê ye û soz da ku têkoşîna xwe ya li hemberî van hewldanan bidomîne.

Her wiha sersaxî da malbatên her du şehîdan.