Di mehekê de 4 caran êriş lîwaya 107 a Sûriyeyê hate kirin

Balafirên şer, lîwa 107 a gundewarê Cebleyê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan, dengê teqînan û duman bilind bû.

Di mehekê de 4 caran êriş lîwaya 107 a Sûriyeyê hate kirin
7 tebax, 2025   00:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan, lîwa 107 a nêzî gundê Zama yê bajarê Cebleyê hatiye bomebarankirin. Di encamê de dengê teqînên mezin û duman ji cihê bombebaranê bilind bûye. 

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku dengê balafiran û teqînan heta Perava Sûriyeyê vedaye. Di mehekê de ev cara 4`emîn ku heman cih tê bombebarankirin.

Tîmên Dîfa Sivîl çûn cihê bûyerê û hewl dan agirê derketiye vemirînin. Lê agahiyên der barê encamên êrişê de heta kêliya amadekirina nûçeyê, kêm bûn.

(şx)

ANHA