Zarokê 4 salî ji duh ve di bîra 50 metreyî de asê ye

Li gundewarê Girê Spî yê dagirkirî zarokekî 4 salî ji duh êvarî ve di bîrê de werbûye. Hewldanên rizgarkirina wî dewam dikin.

Zarokê 4 salî ji duh ve di bîra 50 metreyî de asê ye
7 tebax, 2025   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Kermaza yê Girê Spî yê dagirkirî, duh bi şev zarokê bi navê Elî Salih Ebdî yê 4 salî di bîreke 50 mîtreyî de werbû.

Elî Salih Ebdî hîna dijî û hewldanên rizgarkirina wî ji aliyê şêniyan ve berdewam dike.

Ji dîmenên ku di medyaya dîjîlat de hatine parvekirin, diyar dibe ku şênî bi alavên kevin hewl didin zarok ji bîrê derxin.

Ev jî metirsiya mirina wî hîn zêde dike.

(bb)