QSD: 2 çete û leşkerek hatin kuştin

QSD’ê da zanîn ku artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê duh jî li Tişrîn û Qereqozaqê gelek êriş kirine û di berxwedana wan a li hember êrişan de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker û herî kêm 2 çete hatine kuştin.

QSD: 2 çete û leşkerek hatin kuştin
6 adar, 2025   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên duh agahî dan.

QSD’ê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de ev agahî parve kirin:

“3 meh e li pey hev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.

Eniya başûrê rojhilatê Minbicê; şervanên me duh (çarşem) li gundewarên bakurê bendava Tişrînê droneke xwekuj a çeteyên dewleta Tirk a dagirker xist. Her wiha li dijî komeke çete ya amadekariya êrişekê dikir, çalakî li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin. Di heman demê de artêşa Tirk avahiyên bendavê û derdora wê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Eniya Dêr Hafirê; şervanên me hewldaneke çeteyan a ketina eniyê têk bir û çeteyek hat kuştin. Yekîneyên Şehîd Harûn jî li stargehên çeteyan da, lê hejmara kuştî û birîndarên wan nehatin zanîn.

Eniya rojavayê Kobanê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker mezreya Munîr Hebîbî bombebaran kir. Di encamê de zirar li bax û baxçeyên sivîlan bûn. Balafirên keşfê yên Tirkiyeyê li ser herêmê digeriyan.

Eniya Qereqozaqê û başûrê Kobanê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Xeseq û Melha yên başûrê Kobanê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê zirarên madî çêbûn. Di heman demê de gundên Melha, Xeseq, Dîkan, Bîr Hiso, Cada, girê Sêvê, Sina, Tîna û pira Qereqozaqê bi obîs û moşekan topbaran kirin. Li hemberî van êrişan jî hêzên me li girê Qereqozaqê çalakî li dijî komên dagirkerên Tirk û çeteyên wê li dar xist. Bi qasî hate tesbîtkirin leşkerekî Tirk hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.”

(bb)