Rûsyayê êrişî bajarekî Ukraynayê kir: 2 kuştî, 7 birîndar

Hêzên Rûsyayê bi moşekan êrişî bajarê Kryvyi Rig kir ku bajarê serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ye. Hat zanîn ku di encama êrişê de 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Rûsyayê êrişî bajarekî Ukraynayê kir: 2 kuştî, 7 birîndar
6 adar, 2025   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku hêzên Rûsyayê duh bi moşekan êrişî bajarê Kryvyi Rig ê Ukraynayê kir. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Servîsa Rewşên Awarte ya Ukraynayê li ser Telegramê agahî da ku moşekek li oteleke 5 qat daye û di encamê de şewat derketiye.

Serokê rêveberiya leşkerî ya herêma Kryvyiyê Oleksandr Vilkul jî li ser Telegramê nivîsand: "Rasterast avahiyeke sivîl hat armanckirin û şewat derket. Birîndarên destpêkê ku birîna wan giran e, veguhastin nexweşxaneyan. Hinên din jî hîna di bin kavilan de ne."

Kryvyi Rig, cihê jidayikbûna serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky e, bi qasî 70 kîlometreyan li bakurê rojavayê eniya şer e. Beriya destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê zêdetirî 600 hezar kes lê dijîn.

(bb)