Qeydkirina hevyazbariya zanîngehên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Li zanîngehên Rojava, Kobanê û El Şerq ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro pêvajoya qeydkirina li ser hevyazbariya zanîngehan dest pê kir. Qeydkirin dê heta 21`ê Îlonê dewam bike.

Qeydkirina hevyazbariya zanîngehên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Qeydkirina hevyazbariya zanîngehên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Qeydkirina hevyazbariya zanîngehên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Qeydkirina hevyazbariya zanîngehên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Qeydkirina hevyazbariya zanîngehên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
8 îlon, 2025   14:23
QAMIŞLO

Li zanîngehên Rojava, Kobanê û El Şerq ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro pêvajoya qeydkirina li ser hevyazbariya zanîngehan a ji bo sala xwendinê 2025 – 2026`an dest pê kir.

Navendên qeydkirinê ev in: Zanîngeha Rojava (avahiya sereke - Qamişlo), Zanîngeha Rojava (Peymangeha Avakirinê) li taxa El Kelasê - Çarxerêya Cûdî li Hesekê, Zanîngeha Rojava (Fakulteya Endazyariya Petrolê - Rimêlan), Zanîngeha Kobanê (avahiya zanîngehê ya nû - Kobanê), Zanîngeha Şerq (avahiya sereke - Reqa), Navenda Helebê (Peymangeha Şehîd Zozan - Dibistana şehîd Cûdî Amanos –Eşrefiyê).

Wê xwendekarên şaxê zanistî yên dixwazin xwe di fakulte û peymangehan de qeyd bikin, derbasî ezmûna qebûlkirinê bibin. Wê ezmûn di 21ˊê Îlonê de pêk bê.

Xwendekarên ku diplomayên amadehî yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê yên dewreyên 2024-2025ˊan derketine, li zanîngehên El Şerq a Reqayê û şaxên Zanîngeha Rojava yên li bajarê Hesekê tên tomarkirin.

Li gorî rêveberên Zanîngeha Rojava, xwendekarên li Zanîngeha Firatê derbasî sala duyemîn bûne dikarin li gorî rêbaza xwendinê ya Sûriyeyê li Fakulteya Aborî û Enstîtuya Tenduristiyê ya li Hesekê temam bikin, lê xwendekarên sala yekem dê meteryalên xwendinê yên Zanîngeha Rojava bixwînin û dikarin xwe li hin şaxan weke Fîzîk, Bîrkarî, Wêjeya Erebî, Mamostetiya Refê, Erdnîgarî û Peymangeha Tenduristiyê bixwînin.

Qeydkirina hevyazbariya zanîngehan îro dest pê kir û dê 19`ê Îlonê bi dawî bibe. Sala xwendinê ya nû jî di 12`ê Cotmehê de dest pê dike.

(k)

ANHA