Polîsên Tirk êrişî CHP’iyan kir

Partiya Gel a Komarê (CHP) ku yekemîn partiya siyasî ya Tirkiyeyê ye û ji aliyê Atatûr ve hatiye avakirin, Polîsan êrişî CHP’iyên hatin pêşiya avahiya rêxistina Stenbolê. Di êrişê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. 

Polîsên Tirk êrişî CHP’iyan kir
8 îlon, 2025   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgehê piştî betalkirina 38’emîn Kongreya Bajêrê Tirkiyê a Asayî ya Stenbolê CHP’ê, rêveberiya heyî ji kar dûr xist û qeyûm tayîn kir. Ji ber vê li ber avahiya Stenbolê ya CHP'ê dorpêça polîsan û nobed dewam dike.

Polîsan rêyên ber bi avahiya partiYê ve girtine. Serê sibehê jî bendên nû li pêşiya avahiyê hatin danîn. Di dema bicihkirina bendan de di navbera polîsan û gel de rageşiyê rû da. Parlamenterên CHP'ê ku li ber avahiyê ne, diyar kirin ku polîsên sivîl hewl dan bikevin hundir û bûne asteng.

Polîsan bi gaza îsotê êrîş birin ser gel. Kesekî 54 salî ji ser hişê xwe çû. Di dema êrîşa polîsan de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.

Li gel astengiyan jî gel berê xwe dide avahiya bajêr a CHP'ê ya bajarê Tirkiyê a Stenbolê.

Nûnerên gelek partiyên siyasî jî hatin qadê û li ber qeyûm rabûn.