QSD'ê nasnameya şehîd Berxwedan Efrîn aşkera kir

QSD'ê nasnameya şervanê xwe Berxwedan Efrîn ê ku di 5'ê Adarê de şehîd bûye, aşkera kir û soza şopandina rêya wî dubare kir.

QSD'ê nasnameya şehîd Berxwedan Efrîn aşkera kir
4 gulan, 2025   23:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervan Berxwedan Efrîn (Hesen Ehmed Celo), ê ku di 5’ê Adarê de di qezayeke leşkerî li Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de li ser jiyana şehîd wiha hat gotin: "Hevrê Berxwedan di demeke zû de tev li hêzên me bû. Ew ji malbateke welatparêz a xwedî dîrokeke dirêj di xebatê şoreşgerî de ye, bi taybetî di Berxwedana Serdemê de. Hevrêyê me Berxwedan di gelek perwerdeyên leşkerî de cih girt û gihîşt asta pisporiyê. Ew bi wêrekî û lehengî nêzîkî karê xwe dibû. Tevî xebata wî ya hestiyar û pisporî, dîsa jî ew di her gavekê de hişyar bû û bi plan û tedbîr karê xwe yê ku hevrêyên wî nedikaribû bikira, dikir. Di karê wî de sebir û bêhnfirehî pêwist bû, ew jî xwediyê van taybetmendiyan bû û gelek zehmetî di karê xwe de derbas kirin."

Di berdewama daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan re hat xwestin û soza şopandina rêya wan û pêkanîna armancên wan hat dubarekirin.

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Berxwedan Efrîn

Nav û paşnav: Hesen Celo

Navê dayikê: Zeyneb Edhem

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê - qezaya leşkerî - 5'ê Adara 2025'an.

(mh/fr)