Qanûnên navneteweyî amûrên dema pêwîstiyê ne

Di serî de NYˈyê, saziyên navneteweyî hê jî girêdayî berjewendiyên hêzên mezin û yên herêmî ne. Şerê li Rojhilata Navîn û nêzîkatiyên van rêxistinan durûtiya pîvanên wan radixe ber çavan. Bêdengiya van saziyan a li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dirûşmên wan ên sexte piştrast dike ku di demên pêwîst de hildidin.

Qanûnên navneteweyî amûrên dema pêwîstiyê ne
21 cotmeh, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Saziyên navneteweyî yên têkilarê mafên mirovan û parastina wan, li gorî berjewendiyên her dewletekê tev digerin. Lê dema mijar Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be, her kes çav û guhê xwe digire. Di encamê de qanûn tenê mîna xam (hibr) li ser kaxizê dimîne. 

Ev durûtiya aşkera, careke din isbat dike ku qanûn û saziyên navneteweyî ji aliyê hêzên mezin û dewletên mêtinger ve hatine danîn tenê ji bo ku ji berjewendiyên wan re xizmetê bikin û tevgerên wan ên li herêmê xweşik bikin.

BÊDENGIYA LI HEMBER ÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Rêxistinên NY`yê li seranserî cîhanê belav in. Lê NY`yê sûcên dewleta Tirk û êrişên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê paşguh dike û li şûna erkên xwe yên mirovî bi cih bînin, bûne navendên nûçeyan û dezgehên çapemeniyê û beşeke biçûk a wan sûcan belge kirin.

Cotmeha 2019`an, Rêxistina Efûyê ya navneteweyî daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên qanûnî yên li ser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sûcên şer  û yên der mirovî kirine û sivîl kuştine û birîndar kirine.

Sibata 2024`an rêxistina Human Rights Watch (HRW) raporek bi sernavê "Êrişên Tirkiye wêraniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdike" weşand. Di raporê de hatiye gotin: "Bala cîhanê tev da li Xezayê ye, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aloziyeke ber bi çav heye. Êrişên hewayî yên Tirkiyeyê binesaziya stratejîk a herêmê û rêbazên jiyanê dixin xetereyê. Civakên xwecih bê kehrebe û xebatên tenduristiyê dihêlin."

Îlonê îsal jî Komîteya Lêkolînan a Serbixwe ya taybet bi Sûriyeyê ya girêdayî NY`yê raporek weşand. Komîteyê di raporê de cih da binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker ku di navbera Çile û Hezîrana îsal de kiriye.

Enstitûya Lêkolînan a Wessling ku navenda wê li Siwîrayê ye sala 2020`an ragihand ku dewleta Tirk fosforê spî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar aniye.

MIROVÎ NAYÊ PARÇEKIRIN

NY û civaka navneteweyî li gorî berjewendî û armancên siyasî tev digerin. Girîngiyekê didin cihekî û cihekî din mîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh dike. Ev jî durûtiya dirûşmên wan ên sexte nîşan didin û îsbat dike ku saziyên NYˈyê li gorî armanc û berjewendiyên siyasî tev digerin.

Hêz û rêxistinên navneteweyî li Ukraynayê hiqûqa mafên mirovan bi kar tînin, lê armanca wan ne parastina mirovên li wî welatî ne. Lê belê armanca wan ew e ku zextê li Rûsyayê bikin. Di heman demê de sazî û hêzên navneteweyî di mijara şerên li Xeza û Lubnanê de seferber bûne û ji ber çarenûsa bi dehan dîlgirtiyên Îsraîlî yên li gel Hemasê û stratejiyên Ewropayê yên li dijî samîtîzmê bi fikar in. Ev dide diyarkirin ku qanûn  û mafên mirovan wek amûrekê li dijî aliyên aloziyê (Îsraîl, Hizbullah, Îran û Hemasê) tên bikaranîn. Bi wateyek din hêzên derve bi van nêzîkatiyan dixwazin  aloziyê kontrol bikin û ev alî li gorî perspektîfên hêzên navneteweyî bidin tevgerandin.

MADEYÊN QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ MÎNA HIBRÊ LI SER KAXIZÊ YE

Li gorî bendên qanûnên NY`yê, divê NYˈyê alîkariya welatên ku di pêvajoya demkî yan jî di aloziya re derbas dibin bikin heya ku ji aloziyê xilas bibin.

ˈSûcê şerˈ wekî têgeh ji  têgeha ˈqirkirina komîˈ û ˈsûcê li dijî mirovahiyêˈ berfirehtir e. Li gorî madeya 6`an a mîsaqê dadgeha leşkerî ya navneteweyî ya Nornburgê ya sala 1945`an, ˈsûcê şerˈ; binpêkirina qanûn û urfên şer e mîna kuştin an jî danûstandinên xirab, koçberkirina niştecihan, kolekirin, qetilkirina dîlgirtiyan, desteserkirina mal û milkên giştî û yên taybet, wêrankirina bajar û gundan, wêrankirina bêsebeb a navendên leşkerî digirin nava xwe. Lê dewleta Tirk van sûcan hemûyan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Li gorî madeyên 3, 4 û 5 ên Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî, divê çekên kîmyewî werin tunekirin. Lê dewleta Tirk  madeyê bin pê dike û van çekan li dijî sivîlan bi kar anîne.

 Li gorî qanûna urfî ya navneteweyî jî, bikaranîna çekên biyolojî, pêxistina wan, hilberandin, depokirin û veguhastina wan qedexe ne. Lê dewleta Tirk gelek caran bi van çekan êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê kiriye.

Qanûnên mirovî yên navneteweyî, birçîkirina sivîlan wek rêbazeke şer, qedexe dike. Li gorî wan qanûnan, nabe ti aliyê şer bi zanabûn sivîlan dorpêç bike û wan ji pêdiviyên jiyanê mîn xwarin, avê û tenduristiyê mehrûm bike. Li gorî qanûnê, divê bi rêbazeke rewa şerê dijminê xwe bike. Lê hêzên navneteweyî van madeyên paşguh dikin û daxwazên Rûsya û yên Tirkiyeyê berisvandin û deriyên bi Bakur û Rojhilatê Sûryeyê re gitin ji bo ku fişarê li xelkê herêmê bikin.

(şx)

ANHA