ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 - 10 – 2024
21 cotmeh, 2024   02:00

Seroka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Xidro diyar kir ku lidarxistina foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyeyê girîng bû, ji ber ku tê de vîna jinan a rasteqîn ji bo beşdariya aktîf û dayîna biryaran diyar kir.

Di serî de NYˈyê, saziyên navneteweyî hê jî girêdayî berjewendiyên hêzên mezin û yên herêmî ne. Şerê li Rojhilata Navîn û nêzîkatiyên van rêxistinan durûtiya pîvanên wan radixe ber çavan. Bêdengiya van saziyan a li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dirûşmên wan ên sexte piştrast dike ku di demên pêwîst de hildidin.

Di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de li kêleka berhemên ji derveyî herêmê, îsal berhemên nivîskar û amadekarên 2 kovarên zarokan ên herêmê jî hene.

Jinên ku tevlî komên xwendina pirtûka “Jin û Malbat” a Rêber Abdullah Ocalan dibin, destnîşan kirin ku ew bi xwendina pirtûkê xwe nas dikin, lêgerîna azadiyê didomînin.

Li rojhilatê Dêrazorê çêkirina dimsa xurmeyan yek ji pîşesaziyên herî kevnar ên ku vedigere zêdetirî 100 salan.

Şênî û malbatên şehîdan piştgirî da berxwedana gerîla û hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.

Koçberên Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê ya Hesekê li kona Meclisa Kampê ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan civînekê li dar dixin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 7ʹan de li bajarê Qamişloyê dewam dike, (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê konferanseke taybet bi komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)