Nameyên piştgiriya bi gerîla re

Şênî û malbatên şehîdan piştgirî da berxwedana gerîla û hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.

Nameyên piştgiriya bi gerîla re
21 cotmeh, 2024   03:10
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO-ROHAT XELEF

Bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk re berdewam in. 

Kurê gerîlayê HPGˈê yê şehîd Baran û bavê gerîlaya YJA-Starê şehîd Rûken, Hisên Îsa ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ye tevgera PDKˈê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got: "PDKˈê ya îdiaya Kurdîtiyê dike wê yekitiya me têk nebe. Em ê di bin ala tevgera rizgariya Kurdistanê de û bi zendên gerîlayên li hember dijminan ji bo azadiya gelan li ber xwe didin, bi ser kevin."

Îsa wiha domand: "Ez kurê şehîdekî me û bavê şehîdekê me. Ji bo doza xwe ez amade me fedakariyên din bidim. Em her û her piştgiriya gerîla bikin."

Şêniya bi navê Hefîfe Hisên a ji Çilaxa got: "Çiqas dijminên me li dijî vîna me dek û dolaban bigerînin, ew nikarin bigihêjin wê armancê. Em xwediyên fikrên demokratîk ên Rêber Apo ne. Em serî ji xayîn û dagirkerên ku şerê projeya me ya xwişk û biratiya gelan dikin re natewînin."

Hefîfe diyar kir ku xiyanet û ajantî nebûna dijmin cesaaret nedikir Kurdistanê dagir bike û ev bang kir "Divê gelê me li hemberî dagirker û xayînan bibin yek û hesabê ji wan bipirsin."

Şêniya bi navê Hekîme Ehmed a ji bajarê Girkê Legê got: "Em ê li hemberî hevkarên bi dijmin re bisekinin. Em ê berxwedana zarokên xwe û hêzên xwe yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bikin û jêderên terorê û xiyanetê, tune bikin û hewldanên aliyên tarî yên dixwazin berxwedana me tune bikin, têk bibin."

`DIVÊ GELÊ BAŞÛR NEHÊLE TIRK AXA WAN DAGIR BIKE`

Şêniya bi navê Narîşan a bajarê Girkê Legê anî ziman ku tu têkiliya PDK`ê bi Kurdan re nîn e û got: "PDKˈê aşkera xiyanetê dike. Divê li hember vê xiyanetê helwesteke cidî bê nîşandan. Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê hevgirtî be û nehêle axa wan bê dagirkirin."

Şêniyê bi navê Miheyedîn Yehya jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi êrişan, tevgera rizgariya Kurdistanê tune bike lê bi ser nakeve."

Xwişka şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Lawand Dêrik, Beydûr Elî got: "Dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîla bi bin dikeve. Gerîla pêşengên me ne, ew hebûna me diparêzin. Em ê piştgiriya wan bikin."

Xwişka gerîlaya HPG`ê Egîd Dêrik Nêrgiz Hesen got: "Em ê li hemberî her kesê piştgiriya dijmin dike ji bo ku vîna me bişikîne, bisekinin."

Pismanê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Seed Iwêd, Elî Recep jî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla, şermezar kir û got: "Gerîla, berxwedaneke bêhempa li hemberî dagirkeran û êrişên wan ên bi çekên kîmyewî, dimeşîne. Serkeftin dê para gerîla be."

(şx)

ANHA

girkê legê

çil axa