Polîsan di Newroza Stenbolê de êrişî gel û rojnamevanan kir

Li Stenbolê dema qada Newrozê dihat valakirin, polîsên Tirk êrişî girseyê kirin û di bin êşkenceyê de ew binçav kirin.

Polîsan di Newroza Stenbolê de êrişî gel û rojnamevanan kir
17 adar, 2024   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Stenbolê dema qada Newrozê dihat valakirin, polîsên Tirk êrişî girseyê kirin û di bin êşkenceyê de ew binçav kirin. Nûçegihanên Bîanetê Tûgçe Yilmaz û Alî Dînç ên ku li Qada Mitîngê ya Yenîkapiya Stenbolê dişopandin, rastî êrişa polîsan hatin. Polîsên Tirk jî hewl dan edîtorê Kurd Aren Yildirim binçav bikin.

Polîsan destpêkê bi hişyariya "qeydkirin qedexe ye" hewl da Tugçe Yilmaz asteng bike û piştre rojnamevan li erdê danî. Di vê navberê de polîsan zext li qirika Rojnamevan Tûgçe Yilmaz kirin û lê dan. Polîsan êrişî Alî Dînç kirin û asteng kirin. Piştî bûyerê her du rojnamevan ji bo ku giliyê polîsên Tirk bikin, çûn nexweşxaneyê rapora êrişan bistînin. Demên ku Yilmaz rastî tundiya polîsan hat ji aliyê rojnamevanên din ve jî hatin qeydkirin.