PYD’ê derbarê komploya navnetewî de ji gel re civîn li dar xist

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 27’emîn salvegera komploya navneteweyî, li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê du civîn ji bo gel li dar xist. Di civînan de hat diyarkirin ku mercê azadî û demokratbûna Sûriyê û Rojhilata Navîn azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.

4 cotmeh, 2025   16:01
QAMISLO

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li hemberî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji bo gelê Qamişlo civîn li dar xistin. Civîn li du navendan, Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û navenda PYD’ê ya bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di heman wextê de hatin lidarxistin. Civîn bi zimanê Kurdî û Erebî hatin birêvebirin. Endam û rêveberên PYD’ê jî beşdarî civînan bûn. 

Di civînan de jiyana Rêber Abdullah Ocalan, dîrok û sedemên pêkhatina komploya navnetewî, hêzên ku komplo pêk anîn, têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd li hemberî komployê, tecrîda Ii ser Rêber Abdullah Ocalan û “mafê hêviyê” hatin nirxandin.

“ÎRO JÎ KOMPLO BI RÊBAZA TECRÎDÊ DIDOME”

Di civîna li navenda PYD’ê ya Qamişloyê de hatî lidarxistin de jî, Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso axivî û got: “Komploya navnetewî heta roja îro bi rêbazên tecrîdê didome.”

Xerîb Hiso bal kişand ser şerê taybet ê li dijî vîna gel tê meşandin û hevgirtina gel a li dijî van êrişan û wiha axivî: “Pêwîste pirsgirêkên li Sûriyê bi diyalogek netewî ya demokratîk çareser bibin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şehîd di rêya azadî û demokrasiyê de daye. Şehîd bûn temînata domandina têkoşînê û pûçkirina planên dijmin.”

Xerîb Hiso bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Daxwaza bingehîn a gelê herêmê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo li Sûriyê û Rojhilata Navîn aştî pêk bê merce ku Rêber Apo azad bibe.”

Di civîna li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo de hatî lidarxistin, Endamê Desteya Rêveberiya PYD’ê Talat Yûnis bal kişand ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd û got: “Tevgera Azadiya Kurdistanê bi salan li Kurdistanê gelek xebatên demokratîkirina herêmê meşandin. Hêzên hegemon jî ji bo projeyên xwe pêk bînin, xwestin bi komployê van fikrên demokrat ji holê rakin.”

Talat Yûnis diyar kir ku hêzên hegemon ji bo şoreşan têk bibin rêveberên wan digirin û şoreşan bin dixin û wiha domand: “Xwestin şoreşa Kurdistanê jî heman şêweyî lewaz bikin. Lê Rêber Apo ji bo doza Kurd û çareseriyek demokratîk li Îmraliyê manîfesto û pirtûk nivîsîn, perspektîf dan. Li ser vê bingehê Şoreşa Rojava li dar ket.”

(ekîb)

ANHA