33 milyon lître mazot li şêniyên Dêrazorê hatiye belavkirin

Gerînendetiya Sotmeniyê ya Kantona Dêrazorê heya niha 33 milyon lître mazot li şêniyan belav kiriye. Gerînendetiyê diyar kir ku dê belavkirina mazotê beriya sersalê bi dawî bibe.

33 milyon lître mazot li şêniyên Dêrazorê hatiye belavkirin
33 milyon lître mazot li şêniyên Dêrazorê hatiye belavkirin
33 milyon lître mazot li şêniyên Dêrazorê hatiye belavkirin
33 milyon lître mazot li şêniyên Dêrazorê hatiye belavkirin
33 milyon lître mazot li şêniyên Dêrazorê hatiye belavkirin
33 milyon lître mazot li şêniyên Dêrazorê hatiye belavkirin
33 milyon lître mazot li şêniyên Dêrazorê hatiye belavkirin
33 milyon lître mazot li şêniyên Dêrazorê hatiye belavkirin
4 cotmeh, 2025   15:20
DÊRAZOR

Gerînendetiya Sotmeniyê ya Kantona Dêrazorê ji Tîrmeha îsal ve mazota ji bo germkirinê li şêniyan belav dike. 

Mazot bi rêya kartên ku gerînendetiyê û meclisên xwecih dane şêniyan tê belavkirin. Her malbatek 300 lître werdigire. Buhayê lîtreyekê jî 10 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Li gorî gerînendetiyê, heya niha ji sedî 50 anku 33 milyon lître mazot li şêniyên kantonên hatiye belavkirin.

Berpirsên gerînendetiyê diyar kir ku dê xebatên belavkirina mazotê dewam dike û dê beriya dawiya îsal bi dawî bibe.

(bb)

ANHA